FLAŞ – Helîkoptera Artêşa Tirkiyê ket: 15 leşker û fermande…!
Navenda Nûçeyan – Li parêzgeha Giresunê helîkoptereke Artêşa Tirkiyê ket, ku 15 leşker û fermande tê de bûn.
Êvariya îro sêşemî helîkoptereke leşkerî ya Artêşa Tirkiyê ku ber bi Giresunê ve diçû, kete xwarê.
Medyayên Tirkiyê ragihandin, ku çend efserên pilebilind ên Artêşa Tirkiyê hene. Li gorî agahiyan, 1 Emîd, 1 Eqîd û 2 Raîd û 11 leşker di vê helîkoptera leşkerî de bûne.
Li gorî zanyariyên destpêkê di encama ketina helîkoptera leşkerî ya Tirkiyê de, 1 leşker hatiye kuştin û 2 jî bi giranî birîndar bûne.
Derbarê çarenivîsa 12 leşker û fermandeyên din de hêj ti agahî nehatine belavkirin.
Li gel wê çendê ku zanyariyên destpêka tenê 1 kuştî û 2 birîndaran didin xuyakirin, lê belê îhtîmal tê dan ku hejmara kuştî û birîndaran zêdetir be.
Li benda agahiyan bin…