Li Hatayê şewat - Li 9 zozanan 920 mal hatin valakirin
Hewlêr (Rûdaw) - Şewata daristanê ya li navçeya Dortyolê ya parêzgeha Hatayê berdewam e û li 9 zozanan 920 mal hatin valakirin û hezar û 870 kes hatin derxistin.
Li navçeya Dortyolê ya Hatayê, li herêma daristanî ya devera Kizilburunê ku nêzîkî wargehan e, ji ber sedemeke hêj nediyar şewat derket.
Şewat bi bandora bayê xurt di demeke kurt de geş bû.
Parêzgarê Hatayê Mustafa Masatli derbarê şewatê de daxuyanî da.
Masatli ragihand ku ji bo tevdîrê 9 zozan hatine valakirin û hezar û 870 kes hatine tehliyekirin.
Masatli her wiha diyar kir ku li Zozana Ziyaretê derbarê 4-5 malan de pirsgirêk heye.
Parêzgar Masatli da zanîn ku şewata li Taxa Arpaliuşagi ya navçeya Hassayê bi mudaxaleya tîman hatiye kontrolkirin.
Her wiha Masatli got ku şewata li Yayladagiyê jî hatiye kontrolkirin û xebatên sarkirinê berdewam dikin.
Li aliyê din, Masatli anî ziman ku li aliyê Lazqiyeyê yê Sûriyeyê şewatek heye û ew hewl didin ji bo wê jî çend tîman bişînin.
Mudaxaleya tîman a ji bo vemirandina agir didome.