Di civîna yekem a komîsyonê de kê çi got?

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna dîrokî ya komîsyona pêvajoyê bi axaftina Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş dest pê kir.

Piştî peyama Kurtulmuş a li ser "aştiya civakî", nûnerên partiyan jî dest bi axaftinên xwe kirin.

Piştî axaftina Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş, endamên komîsyonê dest bi axaftinên xwe kirin. Ji bo parlamenterên ku komên wan hene 20 deqe û ji bo yên ku komên wan nînin jî 10 deqe dema axaftinê hat dayîn.

Di civîna ku li Eywana Rûmetê ya Parlamentoyê hat lidarxistin de, Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz peyam da ku pêwîstî bi têgihiştineke siyasî heye ku partî hevdu wekî dijmin nebînin û got, "Derfeteke mezin di destê me de heye ku em belaya terorê biavêjin sergoyê dîrokê, vê derfetê pûç nekin."

Bulent Kaya: Avakirina komîsyonê bi qîmet e

Serokê Koma Partiya Rêya Nû Bulent Kaya got, "Em bawer dikin ku derketina ji aloziyên pevçûn û tundiyê û nîqaşkirina mijaran li ser zemîna diyalog û danûstandinê ji bo welatê me gelekî girîng û biqîmet e."

Bulent Kaya her wiha spasiya Devlet Bahçelî, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û hemû partiyên siyasî kir ku piştgirî dane pêvajoyê.

Emîn Ekmen: Em nikarin bi qalibên duh vê pêvajoyê bimeşînin

Parlamenterê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen jî diyar kir ku ew hêvî dike ev pêvajo bibe modelek ku ji cîhanê re bibe mînak.

Ekmen bal kişand ser operasyonên li şaredariyan û da zanîn ku divê prensîba bêsûciyê neyê jibîrkirin.

Ekmen anî zimên ku divê sedemên bingehîn ên gelek pirsgirêkan ji holê bên rakirin û got, "Em nikarin bi qalib, qebûlkirin û retorîka duh vê pêvajoyê bimeşînin."

Fetî Yildiz: Pêwîstî bi avakirina zimanekî nû heye

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û got, "Pêwîstiya me bi helwesteke wisa heye ku partiyên siyasî yên din wekî dijmin nebîne."

Yildiz da zanîn ku divê zimanekî nû were avakirin ku hemû civakê hembêz bike û got, "Bila em bi aramî bifikirin û nekevin xefika kesên ku hewl didin dijminatiyê geş bikin."

Yildiz pêvajoya çareseriyê ya sala 2013an jî bi bîr xist û eşkere kir ku wê demê ji bo xebatan yasa hatibû derxistin lê îro pêwîstî bi yasayeke wisa nîne.

Yildiz her wiha destnîşan kir ku peywira komîsyonê ne çêkirina destûreke nû ye û 4 madeyên destpêkê yên destûrê ne mijara nîqaşê ne.

Meral Daniş Beştaş: Bicîhanîna mafê hêviyê, bicîhanîna hiqûqê ye

Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê jî eşkere kir ku ew dizanin komîsyon nikare hemû pirsgirêkan çareser bike lê ew bawer dikin ku ew dê bibe yek ji gavên destpêkê yên dê rast bên avêtin.

Beştaşê bi bîr xist ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûrî nayên bicîhanîn û navên Fîgen Yuksekdag, Can Atalay, Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala anîn zimên û xwest ku komîsyon di vî warî de însiyatîfê bigire.

Meral Daniş Beştaşê behsa "mafê hêviyê" ya ji bo Abdullah Ocalan jî kir û got, "DMMEyê di doza Abdullah Ocalan de sala 2014an biryar da.

Bicîhanîna mafê hêviyê, di heman demê de pêwîstiyeke bicîhanîna hiqûqê ye.”

Parlamentera DEM Partiyê her wiha diyar kir ku ew amade ne bibin parçeyekî aktîf ê vê pêvajoyê da ku edalet were avakirin.