Navê komîsyona pêvajoya çareseriyê diyar bû
Hewlêr (Rûdaw) - Navê komîsyona pêvajoya çareseriyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê diyar bû.
Di civîna yekem de biryar hat dayîn ku nav “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” be.
Navê komîsyonê bi dengê endaman hat erêkirin.
Komîsyona ku di çarçoveya pêvajoya nû ya çareseriyê de li Parlamentoya Tirkiyeyê hat avakirin, îro civîna xwe ya yekem li dar xist û navê wê bi fermî hat eşkerekirin.
Li gorî agahiyan, di civîna yekem a komîsyonê de navê wê wekî “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” hat destnîşankirin.
Komîsyona ku bi înîsiyatîfa Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş hat avakirin, ji 48 parlamenteran pêk tê.
Ji bilî ÎYÎ Partiyê nûnerên hemû partiyên siyasî yên di Parlamentoya Tirkiyeyê de cih digirin.
Civîna yekem îro saet di 11:30an de dest pê kir û di bin serokatiya Numan Kurtulmuş de bi rê ve çû.
Kurtulmuş di destpêka civînê de axaftineke kurt kir û tekezî li ser girîngiya diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan kir.
Avakirina vê komîsyonê wekî gaveke girîng a pêvajoya nû ya çareseriyê tê dîtin ku piştî serdana Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Abdullah Ocalan ket rojevê.
Tê payîn ku komîsyon di rojên pêş de bi nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û aliyên pêwendîdar re bicive û li ser rê û rêbazên çareseriyê nexşerêyekê amade bike.