Endamên DEM Partiyê li komîsyonê axivîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna yekem a komîsyonê de got, "Wekî DEM Partiyê em hay ji vê berpirsiyariya dîrokî hene û em dixwazin her kes bizanibe ku em dê van xebatan bi nêzîkatiyeke avakî, çareserîxwaz û berfireh bimeşînin."

“Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” ya Parlamentoya Tirkiyeyê civîna xwe ya yekem li dar xist û dest bi karûbarên xwe yên ji bo pêvajoya çareseriyê kir.

Civîna bi axaftina Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş dest pê kir û piştre endamên komîsyonê yên ku nûnertiya partiyên siyasî dikin axivîn û nerînên xwe anîn ziman.

Koçyîgît di rûniştina yekem a komisyonê de axivî û got ku ew ji bo nîqaşkirina rêyên çareseriya pirsgirêkên herî kûr ên Tirkiyeyê li hev civiyane.

Koçyîgîtê diyar kir ku ew bawer dikin ku komîsyon dê ji jiyana hevpar, hiqûq û paşeroja demokratîk a hemû beşên civakê re xizmet bike û got:

"Xebatên komîsyonê ji bo diyarkirina rêyên çareseriyê yên mayînde û berfireh derfeteke dîrokî ye."

"Dê xizmeta lihevkirina civakî û çanda muzakereyê bike"

Koçyîgît her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku komîsyon ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên demokratîk, di serî de meseleya Kurdan, bi awayekî avakî girîng e û got:

"Em bawer dikin ku ligel xurtkirina zemîna lihevkirina civakî û siyasî, dê ji bo pêşxistina rêyên muzakereyê jî xizmetên girîng pêşkêş bike."

Koçyîgîtê anî zimên ku wekî DEM Partiyê ew dixwazin xizmeta pirdengî, hevwelatiya wekhev û avakirina paşerojeke demokratîk bikin û got ku ew dê bi perspektîfeke ku zimanê aştiyê û zemîna siyaseta demokratîk di pêş de digire bixebitin.

Beştaş: Pêdiviya me bi destpêkeke nû heye

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş ku yek ji endamên  komîsyona Parlamentoyê ye di civînê de axivî û komîsyon wekî gaveke "dîrokî" bi nav kir.

Beştaşê diyar kir ku ev komîsyon dikare bibe destpêka derbasbûna ji sîstema antîdemokratîk a 100 salan a tinehesibandinê ber bi sîstemeke demokratîk ve.

Beştaşê ameje bi wê yekê da ku biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn ên derbarê siyasetmedarên girtî de nayên cîbicîkirin.

Biryarên DMMyê

Meral Daniş Beştaş rewşa hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdagê bi bîr xist û got got ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gelek caran derbarê wan de biryara binpêkirinê daye û xwestiye ku ew demildest bên berdan û ev biryar ji bo hemû girtiyên Doza Kobanê jî derbasdar in.

Beştaşê her wiha amaje bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya 18ê Adara 2014an ya derbarê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan de da û tekezî li ser "Mafê Hêviyê" kir û got:

"Pêkanîna 'Mafê Hêviyê' di heman demê de pêwîstiyeke pêkanîna hiqûqê ye"

Meral Daniş Beştaş, danîna qeyûman a li ser şaredariyan wekî yek ji pirsgirêkên herî girîng bi nav kir û got:

"Yek ji xalên bingehîn ên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan rêzgirtina li îradeya gel û bidawîkirina danîna qeyûman e."

Beştaşê di dawiya axaftina xwe de ragihand ku divê ji bo pêvajoyê zimanekî nû û bi rêz were avakirin û pêvajoya çareseriyê ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelên Tirkiye û çînên bindest ên wekî karker, jin, Elewî û koçberan derfetên nû biafirîne û got:

"Avakirina pêşerojeke dadmend û demokratîk di nav aştiyê de berpirsiyariya me ya hevbeş e.”