Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu got, "Di nava civakê de kesên ku daxwaza berdana Selahattîn Demîrtaş dikin hene, lê eger ew were berdan, dê hesta edaletê ya beşeke mezin a civakê zererê bibîne."
Zekeriya Yapicioglu di weşana Ekol TVyê de ji Nagihan Alçiyê re axivî û helwesta partiya xwe ya li ser rojeva germ a berdana Demîrtaş anî ziman.
Yapicioglu diyar kir ku ew pirsgirêkê wekî "pirsgirêka Kurdan" bi nav nakin û got:
"Em tercîh nakin ku wê wekî pirsgirêka Kurdan bi nav bikin. Dema mirov dibêje pirsgirêka Kurdan, têgihiştineke wisa çêdibe ku qey Kurd bi xwe pirsgirêk in.
Li welêt meseleyeke Kurdan heye. Her wiha pirsgirêka welêt a tundî û terorê jî heye. Divê mirov van her duyan tevlîhev neke. Her du jî ji hev cuda û serbixwe ne."
"Berdana gengaz a Demîrtaş”
Serokê HUDA PARê, bersiva pirsa "Berdana gengaz a Selahattîn Demîrtaş dê çi hestê li cem we çêbike?" wiha da:
"Vê dawiyê Serokê Komîsyonê Birêz Kurtulmuş Amed ziyaret kiribû. Ez jî di wê serdanê de bûm.
Gelek hevalên me yên parlamenter ên endamên Komîsyonê hebûn. Roja înê bû dema em çûn Amedê. Piştî nimêja înê em li ber Mizgefta Mezin rûniştin.
Li wir yekî ji welatiyan got ku ji bo pêvajo bi awayekî erênî bimeşe û gel pê bawer bibe, divê Selahattîn Demîrtaş were berdan.
Di nava civakê de yekî din got 'Gelo dê çi bi Yasin Boru were?' û bertek nîşan da.
Di nava civakê de kesên ku daxwaza berdana Selahattîn Demîrtaş dikin hene, her wiha eger were berdan, piştî bûyerên biêş, dê beşek jî hebe ku hesta wan a edaletê dê bi awayekî zererê bibîne."
Girtina Demîrtaş
Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşîn a 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di biryara xwe ya 8ê Tîrmehê de biryar dabû ku girtina Demîrtaş binpêkirina mafan e.
Eger Tirkiyeyê heta 8ê Çiriya Pêşîn îtiraz nekira, biryar dê biketa meriyetê û berdana Demîrtaş dê bihata rojevê.
Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê beriya bidawîbûna demê bi rojekê, 7ê Çiriya Pêşîn îtiraz kir û xwest ku doz ji bo Daîreya Mezin a DMMEyê were şandin.
Lê DMMEyê pêr ev serlêdan red kir.
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî doh got, ”Berdana Demîrtaş dê bibe wesîleya xêran.”
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz jî got, “Piştî vê qonaxê dê ji aliyê dadgehê ve biryara berdanê were dayîn.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse