Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 135 kes hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li 41 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyon hatin kirin û di wan operasyonan de 135 kes hatin desteserkirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li 41 parêzgehan ji ber "qeçaxçîtiya çek û amûrên teqemeniyê" operasyon hatine kirin.
Alî Yerlîkaya da zanîn ku operasyonên hevwext di bin kordîneya Birêvebiriya Giştî ya Emniyetê de û bi navendî li Edene, Erzingan û Wanê hatine kirin.
Bi gotina Yerlîkaya, hêzên ewlehiyê di operasyonan de ji bilî desteserkirina 135 kesan dest daniye ser 95 çekên bêruxset jî.