Erdogan helwesta xwe ya derbarê Demîrtaş eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê îhtimala berdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş de got, "Dadwerî di vê mijarê de çi bibêje em dê li gorî wê tevbigerin."

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî Civîna Koma Partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê, pirsên rojnamegeran ên derbarê rojevê bersivandin.

Erdogan li ser pirsa derbarê berdana Demîrtaş piştî biryara dawî ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) wiha axivî:

"Ev welat welatê dadweriyê ye, dadwerî di vê mijarê de çi bibêje em dê li gorî wê tevbigerin."

Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşîn a 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.

DMMEyê di biryara xwe ya 8ê Tîrmehê de biryar dabû ku girtina Demîrtaş binpêkirina mafan e.

Eger Tirkiyeyê heta 8ê Çiriya Pêşîn îtiraz nekira, biryar dê biketa meriyetê û berdana Demîrtaş dê bihata rojevê.

Wezareta Dadê beriya bidawîbûna demê bi rojekê, 7ê Çiriya Pêşîn îtiraz kir û xwest ku doz ji bo Daîreya Mezin a DMMEyê were şandin.

Lê DMMEyê pêr ev serlêdan red kir. Bi vî awayî biryara binpêkirinê ya derbarê Demîrtaş de misoger bû.