Li zanîngeheke Enqereyê teqîn: 6 kes bi jehrê ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Zanîngeha Zanistên Civakî ya Enqereyê (ASBU) sîstema vemirandina şewatê ji ber xwe ve xebitî û ji ber gaza ku belav bû 6 kes bi jehrê ketin.

Li gorî agahiyan, danê nîvroj bi hinceta ku li Zanîngeha Zanistên Civakî ya Enqereyê (ASBU) ya li navçeya navendî ya Ulusê teqîna gaza xwezayî çêbûye, tîmên vemirandina agir çûn cihê bûyerê.

Di encama lêkolînên tîman û Başkentgazê de hat diyarkirin ku pirsgirêk ne ji ber gaza xwezayî ye û sîstema vemirandina şewatê ya li qata jêrîn ji ber xwe ve xebitiye.

Her wiha hat zanîn ku ji ber gaza ku belav bûye 5 jê xwendekar û teknîsyenek bi giştî 6 kes bi jehrê ketin û ew rakirine nexweşxaneyên derdorê.