Erdogan bi Serokê Giştî yê HUDA PARê re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu pêşwazî kir.

Hevdîtina li Koşka Serokomariyê ya Tirkiyeyê ji çapemeniyê re girtî pêk hat.

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala, Cîgirê Serokê Giştî û Parlamenterê Dîlokê yê HUDA PARê Şahzade Demîr û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam jî di hevdîtinê de amade bûn.