Yusuf Dere: Şidet, destdirêjî û endamtiya rêxistinê li derveyî pakêta darazê ne
Hewlêr (Rûdaw) – Parêzer Yusuf Dere derbarê "Paketa Darazê ya 11an" ji Rûdawê re got, “Ev pakêt ji bo edaletê ne bes e. Hepsên Tirkiyeyê gelekî tiji ne û ev pakêt ji bo valakirina hepsan hatiye amadekirin. Şidet û destdirêjî li derveyî vê pakêtê ne. Endamtiya rêxistinê jî li derveyî vê pakêtê ye.”
"Paketa Darazê ya 11an" li Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin.
Tawanên wekî kuştina nav malbatê, êrişa zayendî û îstismara zarokan li derveyî paketê hatin hiştin.
Li Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê, nîqaşên li ser Paketa Darazê ya 11an ku hinek guhertinên yasayî li xwe digire piştî 2 rojan bi dawî bûn û paket hat qebûlkirin.
Lê pisporên hiqûqê diyar dikin ku ev paket daxwazên sereke yên civakê pêşwazî nake.
Parêzer Yusuf Dere ji Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî re naveroka paketê nirxand.
Dere diyar kir ku ew tenê ji bo valakirina girtîgehên dagirtî hatiye amadekirin, ne ji bo çareseriyeke mayînde ya pirsgirêkên edaletê.
"Girtîgeh tiji ne, cih nemaye"
Parêzer Yusuf Dere destnîşan kir ku armanca sereke ya paketê ew e ku beşek ji girtiyan bên berdan ji ber ku li girtîgehan cih nemaye û got:
"Ev qanûn tenê ji bo ku hinek girti bên berdan û cih di girtîgehan de çêbibe hatiye derxistin.
Ji ber ku niha girtîgehên Tirkiyeyê gelek tiji ne û hinek kes li ser erdê radikevin."
Li gorî guhertinên nû, girtiyên ku 3 sal an kêmtir cezayê wan maye, dê karibin ji girtîgehê derkevin.
Her wiha hinek guhertin di cezayên sûcên wekî sextekarî û bikaranîna înternetê ya ji bo xapandinê de jî hatine kirin.
Tiştên li derveyî pakêtê
Yek ji rexneyên sereke yên li ser paketê ew e ku sûcên li hemberî zarok û jinan, wekî tunî û destdirêjî, li derveyî çarçoveya van guhertinan hatine hiştin.
Dere li ser vê mijarê diyar kir, “Tundiya li dijî zarokan, jinan û îstîsmara zayendî di nav vê paketê de nînin.
Her wiha endamtiya rêxistinan û sûcên terorê jî li derve hatine hiştin."
"Paketa 12 û 13an pêwîst e"
Parêzer Yusuf Dere diya kir ku ji bo aştiya civakî û çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên edaletê, pêdivî bi guhertinên berfirehtir heye û got:
"Dibe ku piştî vê paketê, paketa 12an û 13an jî werin amadekirin.
Ji bo çareseriyeke mayînde, divê pîvanên hiqûqê yên gerdûnî esas bên girtin."
Hikûmeta Tirkiyeyê dem bi dem pakêtên darazê derdixe lê pispor û parêzvanên mafên mirovan rexne dikin ku ev pakêt bêhtir teknîkî ne û pirsgirêkên kûr ên sîstema dadweriyê çareser nakin.
Tê çaverêkirin ku nîqaşên li ser vê paketê li Parlamentoyê jî berdewam bikin.
#VÎDEO - Pakêta 11an a darazê dê çi guherînan bi xwe re bîne❓
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 5, 2025
🎙️ Parêzer Yusuf Dere: Ev pakêt ji bo edaletê ne bes e
💬 Hepsên Tirkiyeyê gelekî tiji ne û ev pakêt ji bo valakirina hepsan hatiye amadekirin
💬 Şidet û destdirêjî li derveyî vê pakêtê ne
💬 Endamtiya rêxistinê… pic.twitter.com/CFdYbPaKJF