Cenazeyê Murat Bozlak tê definkirin

06-01-2015
RÛDAW
Merasîma cenazê Murat Bozlak
Merasîma cenazê Murat Bozlak
A+ A-

 

Enqere (Rûdaw) - Parlamenterê kurd û nûnerê bajarê Edeneyê yê Tirkiyeyê Murat Bozlak li Navenda Giştî ya DBP merasîma cenazeyê wî hat lidarxisitin.

 

Parlamenterê kurd Murat Bozlak, ku demek dirêj bû li Nexweşxaneya Guven a Enqereyê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest dabû.

 

Ji bo Bozlak îro saet 10.00ê li Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) merasîma cenazeyê wî hat pêk anîn.

 

Malbata Bozlak, dostên wî, Hevserokê HDPê Selahattin Demîrtaş, Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek Hevserokê HDKê Erugrul Kurkçu, Hevserokê DTKê Hatip Diclê, parlamenterên DBPê Sirri Sureya Onder, Adil Zozanî, Sebahat Tuncel, Hevserokê Şaredariya Merdînê Ahmet Turk, nivîskar Îsmaîl Beşikçî, parlamenterê CHPê Atilla Kart û Sezgin Tanrikulu beşdarî merasîma cenazeyê Bozlak bûn.

 

Di merasîmê de Hatip Diclê got: “Wî her tim xwe ji neheqiyan parast û ew her tim li ber neheqiyê hewl da.”

 

Selahattin Demîrtaş jî got: “Em bi saya wan gihîştinê vê astê. Em bi saya wan kesên ku werek gihîştinê wan deran.”

 

Cenazê Bozlak ji bo definkirinê birin  gundê Aktaşê yê giredayî navçeya Şereflikhisar a Enqereyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst