Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî îdia kir ku Îsraîl hewl dide Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî bike şûngirê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan.
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser rûdanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û "pêvajoya çareseriyê" axivî.
Devlet Bahçelî derbarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyên tund dan û mijara "hêzkirina eniya navxwe" anî zimên.
Bahçelî îdia kir ku Îsraîl Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî ji bo şûna Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bigire amade dike û got:
"Kurdê ji Tirkan hez neke nabe Kurd û Tirkê ji Kurdan hez neke nabe Tirk."
Bahçelî behsa pêvajoya çareseriyeê kir û diyar kir ku ew xebatên xwe bi sebir didomînin.
"Daxwazên HSDyê nayên qebûlkirin"
Bahçelî bal kişand ser pêvajoya li Sûriyeyê û "Banga Îmraliyê ya 27ê Sibatê" bi bîr anî.
Serokê MHPyê HSD û YPG bi derxistina hincetan tohmetbar kir û got:
"Anîna rojevê ya daxwazên ku nayên muzakerekirin ji aliyê HSD û YPGyê ve, hinceteke ji bo revîna ji lihevkirinê ye. Ev şaş e û armancên aramiyê têk dibe."
Îdiaya li ser Mezlûm Ebdî
Devlet Bahçelî îdia kir ku HSD û YPG di bin bandora Îsraîlê de ne û îdiayeke balkêş derbarê Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî de anî zimên:
"HSD û YPGyê li bakurrojhilatê Sûriyeyê serdestiyeke fiîlî ava kiriye. Ev herêm ji aliyê çavkaniyên bin erd û ser erd ve gelekî dewlemend e.
Ketina HSD û YPGyê ya nava ava Îsraîlê û hewldana vê nemerdiya Siyonîst a ku dixwaze Mezlûm Ebdî ji bo şûna birêvebirê damezrîner ê PKKyê (mebest Abdullah Ocalan e) amade bike, dê çareseriyekê kûrtir bike. Mafê tu kesî ji bo vê tune ye."
"Yan bi lihevkirinê yan bi zorê"
Bahçelî herî dawî peyama "zorê" da û bangî eşîrên Ereb kir:
"Yan bi lihevkirinê yan jî bi darê zorê, divê pêkhateya yekparçe, yekîtiya siyasî û axa Sûriyeyê were tesîskirin.
Bi taybetî eşîrên Ereb, divê bê şert û merc li cem birêvebiriya Şamê bisekinin."
Bahçelî her wiha gef li Îsraîlê xwar û got ku bedela lîstika bi karta DAIŞê û operasyonên îstixbaratî yên li ser Tirkiyeyê dê giran be.
Pêvajoya çareseriyê û eniya navxwe
Serokê MHPyê derbarê nîqaşên "pêvajoya çareseriyê" jî axivî û sedema hewldanên xwe yên vê dawiyê bi "xurtkirina eniya navxwe" ve girê da û got:
"Niha gelo hat fêmkirin ka çima em hewl didin eniya navxwe bihêz û organîze bikin?
Gelo niha hat fêmkirin ka çima em di Tirkiyeya bê teror de hewqasî pêdagiriyê dikin û îradeyê nîşan didin?
Gelo niha hat fêmkirin hewldana me ya yekîtî, biratî û yekparçebûnê? Gelo niha gotina 'Kurdê ji Tirkan hez neke nabe Kurd û Tirkê ji Kurdan hez neke nabe Tirk' hat fêmkirin?"
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse