Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê li ser HSDyê daxuyanî da

Duh li 08:45
RÛDAW
Nîşan HSD Yaşar Guler Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) axivî û got, "Divê PKK û hemû rêxistinên pêwendîdar li Sûriyeyê çekên xwe radest bikin."

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler beşdarî merasîmeke xelatkirinê bû ku li wezaretê hat lidarxistin û derbarê pêşhatên dawî de daxuyanî dan.

Guler bal kişand ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û got, "Divê PKK û hemû rêxistinên pêwendîdar li Sûriyeyê çekên xwe radest bikin. Em destûrê rêxistinên wekî PKK/PYD/YPG/HSDye."

Pêvajo

Guler di axaftina xwe de peyamên têkildarî pêvajoya çareseriyê jî dan û wiha axivî:

"Bi serkêşiya Birêz Serokkomarê me pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' hatiye destpêkirin. Em bi dilsozî dixwazin ku ev pêvajo bi ser bikeve."

Şertên Tirkiyeyê

Yaşar Guler di berdewamiya axaftina xwe de şertên Tirkiyeyê rêz kirin û got:

"Lê ji bo vê yekê, divê PKK û hemû komên pêwendîdar di çarçoveya biryara fesixkirinê de, Sûriye jî di nav de li hemû herêmên ku lê ne, demildest dawî li hemû çalakiyên xwe bînin û bêşert û merc çekên xwe radest bikin.

Ez dixwazim careke din bi bîr bînim ku bi taybetî PKK/PYD/YPG/HSD, em dê destûrê nedin ti rêxistin li herêmê bi cih bibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst