Tirkiye 6 helîkopterên corê Atak radestî Filipînê dike
Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye şeş helîkopterên corê T129 Atak radestî hikûmeta Filipînê dike.
Merasîma radestkirina 6 helîkopteran, îro Çarşembê 6ê Nîsana 2022ê li Manila paytexta Filipînê bi amadebûna Serokê Pîşesaziya Berevaniyê ya Tirkiyê Îsmaîl Demir tê sazkirin.
Îsmaîl Demir li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Ev rojeke din a cihê şanaziyê ye bo pîşesaziya berevaniya me! Yekem car e helîkopterên corê Atak li derveyî welat radest dikin ku ew jî bo welatê Filipînê ye.” Tirkiyê dewreyeke rahênanê bo çar firokevan û 19 karmendên teknîkî yên Filipînê vekiriye.
Heta niha welatên Pakîstan û Filipînê bi armanca kirîna helîkopterên corê T129 Atak ji Tirkiyê, girêbest ligel Tirkiyê îmze kirine. Pakîstanê girêbesta kirîna 30 helîkopter û Filipînê jî girêbesta kirîna 30 helîkopteran îmze kirine.