Soylu: 2 milyon û 650 hezar ji mexdûrên erdhejê di nav çadiran de dimînin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku ji mexdûrên erdhejê 2 milyon û 650 hezar kes di nav çadiran de dimînin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu şevê din li navçeya Pazarcixê ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê beşdarî xwarina fitarê ya di çadira Heyva Sor a Tirkiyê de bû. Soylu li wir gotarek pêşkêş kir û got: "Em bi hemû pêdiviyên mexdûrên erdhejê re mijûl dibin û hewl didin hemû kêmasiyên hene dabîn bikin."

Soylu dibêje: “2 milyon û 650 hezar mexdûrên erdhejê di çadiran de dijîn. Hejmara konteynerên hatine belavkirin 51 hezar derbas kiriye, em hewl didin hejmara konteyneran piştî mehekê 100 hezarî derbas bike. Windahiyên me çêbûn, em bi hevgirtinê hatin van rojan.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê herwiha got, ew dê li gundan yekeyên nîştecîbûnê, li bajaran jî avahiyên li gor bajaran û yekeyên nîştecîbûnê yên daîmê çê bikin.

Soylu bo navçeya Pazarcixê jî got: “Paşmayên erdhejê hemû hatine rakirin, em dê li gundan konteyneran bidin malên di erhejê de zerar dîtine, heta niha me hinek dane xelkê û beşeke din jî em dê belav bikin. Me ji Çînê dîsan konteyner xwestine. Piştî 10-11 rojan 65 hezar konteyner tên û dê li gundan bên belavkirin.”