Erdogan: Dixwazin di navbera Tirk, Kurd û Farisan de dîwarên nû lê bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Di vê serdemê de ku dixwazin di navbera Tirk, Kurd, Ereb û Farisan de dîwarên nû lê bikin, em dikarin lîstikan xera bikin.”
Erdogan her wiha deriyê nîqaşên hilbijartina pêşwext girt û bal kişand ser girîngiya rapora ku di çarçoveya pêvajoyê de hatiye amadekirin.
Kabîneya Tirkiyeyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan civiya.
Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokkomariyê derket pêşiya kamerayan.
Wî hem li ser hewldanên çareseriyê yên di siyaseta navxweyî de hem jî li ser şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê yê ku zêdetirî mehekê ye didome axivî.
“Hilbijartina pêşwext di rojeva me de nîne”
Erdogan bangên mixalefetê yên ji bo hilbijartina pêşwext wekî “rojevên çêkirî” bi nav kirin.
Wî destnîşan kir ku dê hikûmet girêdayî salnameya xwe bimîne.
Erdogan got, “Ez dixwazim bê zanîn ku di demeke nêzîk de ne di rojeva hikûmeta me ne jî di ya miletê me de hilbijartina pêşwext yan jî ya navber nîne. Kes nikare rojevekê li ser me ferz bike.”
Pêvajo
Erdogan li ser pêvajoya ku ji bo xurtkirina aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê hatiye destpêkirin agahî dan.
Erdogan diyar kir ku 17 mehên pêvajoyê li pey xwe hiştine û Komîsyona di bin banê Parlamentoyê de rapora xwe ya dawî temam kiriye.
Erdogan wiha pê de çû, “Pêvajoya ‘Tirkiyeyeke bê teror’ a ku me ji bo xurtkirina eniya xwe ya navxweyî, aramî û biratiyê dabû destpêkirin girîngiya xwe nîşan daye.
Komîsyona me bi rapora xwe ya dawî ya ku bi ruhê lihevkirinê nivîsandiye û pesend kiriye asoyek da pêvajoyê.
Di saziya siyasetê de li ser wê yekê ku pêvajo li ser bingeha aqilê selîm bê birêvebirin lihevkirineke giştî çêbûye.
Di vê serdemê de ku dixwazin di navbera Tirk, Kurd, Ereb û Farisan de dîwarên nû lê bikin, em dikarin lîstikên ku tên lîstin xera bikin.
Em dikarin vê yekê bi vîzyona Tirkiyeyeke bê teror û herêmeke bê teror bêbandor bikin.”