48 koçberên ku dixwest biçin Ewropayê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li nav Deryaya Egeyê 48 koçberên ku dixwest derbasî Ewropayê bibin ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hatin desteserkirin.

Fermandariya Ewlehiyê ya Peravan a Tirkiyeyê îro ragihand ku li sînorên navçeya Çeşmeyê ya Îzmîrê li nav Deryaya Egeyê di nav belemeke plastîk de 48 koçber hatine desteserkirin ku 5 ji wan zarok in.

Li gorî daxuyaniyê wan koçberan dixwest biçin Ewropayê.

Her 48 koçber ji nav deryayê hatin vegerandin û hêzên ewlehiyê piştî karên yasayî ew radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmîrê kirin.