Erdogan û Bahçelî civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî li Enqereyê civiyan.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, li Enqereya paytexta Tirkiyeyê Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ziyaret kir.

Bahçelî li ber mala xwe Erdogan pêşwazî kir û bi hev re wêne girt.

Piştre civîna Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê MHPyê destpêkir.

Civîn demjimêr 18:10an dest pê kir û piştî derdora nîvdemjimêrê  bi dawî hat.

Derbarê naveroka civînê de ne ji aliyê AK Partiyê û ne jî ji aliyê MHPtê ve ti daxuyanî nehatin belavkirin.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî hefteya yekem a Sibata îsal ji ber nexweşiyeke dil rakiribûn nexweşxaneyê û piştre hatibû emeliyatkirin.

Bahçelî piştî wê neştergeriyê navber daye karê xwe û beşdarî civînên koma partiya xwe yên li Parlamentoyê nebûye.

Ji dema ku Bahçelî hatiye emeliyatkirin û heta niha, ev cara yekem e ku li gel Erdogan bicive.

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê MHPyê herî dawî 9ê Kanûna Paşîn a2025an civiyabûn.