Dayîkên Aştiyê dê partiyên siyasî ziyaret bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Dayîkên Aşitiyê ji ber Roja Dayîkan bi armanca "gihandina daxwazên aştî û biratiyê" dê navendên giştî yên partiyên siyasî ziyaret bike.
Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê, Berdevka Partiyê Ayşegul Dogan û Parlamenter Adalet Kaya dê li gel şandeya Dayîkên Aşitiyê bin.
Şande dê sibê û roja înê çend partiyên siyasî ziyaret bike.
Serdana ewil ji bo MHPyê ye
Şandeya Dayîkên Aşitiyê dê bernameya xwe ya ziyaretan a sibê (7ê Gulanê) saet 12:30î bi ziyareta MHPyê dest pê bike.
Hat ragihandin ku şande dê li Parlamentoya Tirkiyeyê bi Alîkarên Serokê Koma MHPyê Filiz Kılıç û Erkan Akçay re bicive.
Şande pişt re saet 14:00an de dê biçe Navenda Giştî ya Partiya Paşerojê.
ziyareta dawî ya roja pêncşemê jî dê saet 17:00an ji bo Partiya Seadetê be.
Roja duyem CHPyê ziyaret dikin
Şandeya dayîkan dê di roja duyem a bernameya xwe de, înê saet 12:00an li Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarî (CHP) be.
Hat destnîşankirin ku dê di ziyaretan de bi wesîleya Roja Dayîkan "daxwazên aştî û biratiyê" bigihînin partiyên siyasî.