Rêveberiya Navendî ya CHPê diyar bû: Ji bilî 5 kesan hemû endam hatin guhertin

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên nû yên Desteya  Rêveberiya Navendî ya Partiya Gel a Komarî  (CHP) hatin ragihandin. Ji bilî 5 kesan hemû endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya CHPê  hatin guhertin û Serokê Giştî yê wê Partiyê Kemal Kiliçdaroglu jî dibêje: “Min bendewariyên civakî li pêş çav girtin. Civakê nûbûn dixwest me jî ev yek kir.”

Heftiya borî piştî bisernekitina hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê, Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) CHP  bi serokayetiya Kemal Kiliçdaroglu civiya. Di wê civînê de endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya CHPê daxwaznameyên xwe yên destjikarberdanê pêşkêşî Kiliçdaroglu kiribûn.

Piştî wê civînê ew Desteya Rêveberiya Navendî ya CHPê roja Dûşemê 5ê Hezîrana 2023an bo cara dawî civiya. Civîn bo demjimêrekê berdewam kir û endamên nû yên Desteya Rêveberiya Navendî ya CHPê  hatin diyarkirin.

Li gor lîsteya ku hatiye belavkirin Endamên Rêveberiya Navendî ya CHPê ji 17 endaman bo 15an hatine kêmkirin û 12 endamên di desteya berê ya Rêveberiya Navendî ya CHPê de di rêveberiya nû de cih negirtin.

Kemal Kiliçdaroglu ji bilî 5 endaman, hemû endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya xwe bi temamî guhertin.

Piştî ragihandina endamên nû yên Desteya Rêveberiya Navendî, Serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derbarê rêveberiya nû de ji medyaya Tirkiyê re axivî û ragihand ku wî di rêvberiya nû ya partiya xwe de bendewariyên civakî li ber çavan girtine û got: “Civakê nûbûn dixwest û me jî ev yek kir.”

Desteya Nû ya Rêveberiya Navendî ya CHPê wiha ye

Serokê Giştî: Rêxistina Partiyê, Rêveberiyên Rêxistinê

Ahmet Akin: Rêveberiyên Xwecihî

Aylîn Yaman: Polîtîkayên Civakî

Aysu Bankoglu: Danasîn û Peywendiyên Gel

Bulent Kuşoglu: Karûbarên Îdarî û Darayî

Devrim Barış Çelîk: Teknolojiyên Ragihandinê û Zanyarî

Eren Erdem: Rêveberiya Medyaya Civakî

Faîk Oztrak: Polîtîkayên Aborî-Berdevkê Partiyê

Hasan Efe Uyar: Sendîkayên Karkeran, Rêxistinên Civaka Sivîl û Saziyên Pîşeyî

Lale Karabiyik: Rêxistinên Karsazan

Neslîhan Hancioglu: Sekretera Giştî

Semra Dînçer: Mafên Xwezayê

Tahsîn Tarhan: Rêxistinkirina Derveyî Welat

Yunus Emre: Platforma Çandê û Rêveberî û Zanist

Zeynel Emre: Hiquq û Karûbarên Hilbijartinê