Serşêwirmendê Erdogan diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Akîf Çagatay Kiliç wek Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip hat erkdarkirin û nasnavê "Balyoz" wergirt.

Li Tirkiyeyê piştî hilbijartinên giştî yên parlamentoyê û serokomariyê dabeşkirina postan berdewam dike.

Biryarên derbarê tayînkirinên Serokomar de di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.

Li gor biryara ku bi îmzeya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hat weşandin ji bo Serşêwirmendiya Serokomar Akîf Çagatay Kiliç hat tayînkirin.

Ji bo Akîf Kiliç nasnavê "Balyoz" hat dayîn.

Akif Kiliç ku zimanê Almanî û Îngilîzî dizane zewicî ye û du zarokên wî hene.

Ji aliyê din ve li gor biryarnameyê, Haluk Gorgun wekî Serokê Pîşesaziya Parastinê û Davut Gul jî wekî Parêzgarê Stenbolê hat tayînkirin.