Roja yekem a cejnê otobusa rêwiyan qulibî: Kesek mir, 26 kes jî birîndar in
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eregliyê ya parêzgeha Konyayê ya Tirkiyeyê otobuseke rêwiyan qulibî û di encamê de kesek mir û 26 kes jî birîndar bûn ku rewşa 10 kesan giran e.
Roja yekem a Cejna Qurbanê li ser rêya Edene û Konyayê otobuseke veguhastina rêwiyan ji ber sedemeke ne diyar ji rê derket û wergeriya.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûne cihê bûyerê.
Hat diyarkirin ku di encama qezayê de kesek miriye û 10 ji wan bi giranî 26 kes jî birîndar bûne.
Tîman kesên birîndar birin nexweşxaneyên cuda û dermankirina wan berdewam e.