Erdogan: Em dê vê pêvajoyê bêyî ku rastî qezayekê were bibin serî

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê pêvajoya nû got, “Em dê vê pêvajoya xêrê bêyî ku rastî qezayekê were bibin serî.”

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan bi peyameke vîdeoyî Cejna Qurbanê ya teşkîlatên AK Partiyê pîroz kir.

Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe de der derbarê pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî got:

“Em dê vê pêvajoya xêrê ya dê biratiya ezelî û ebedî ya 86 milyonan kesî qaîm bike ,bêyî ku rastî qezayekê were bibin serî.

Di vê rêyê de bêyî cudakerî em dê tevahiya 86 milyonan kesî hembêz bikin.

Em dê prîmê nedin kesên ku keysa xwe li rageşî, şer û nakokiyan tînin.”