Alî Yerlîkaya bîlançoya qezayan eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku roja erefeyê di encama qezayên tirafîkê de 10 kesan canê xwe ji dest da  û hezar û 319 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser medyaya civakî bîlançoya qezayên trafîkê yên roja erefeyê eşkere kir.

Alî Yerlîkaya ragihand ku duh  843 qezayên trafîkê çêbûn û di encama van qezayan de 10 kesan canê xwe ji dest da.

Bi gotina Yerlîkaya hezar û 319 kes jî di wan qezayan de birîndar bûne.

Yerlîkaya her wiha  got ju li gorî amarên Wezareta Gihandinê wê rojê 2 milyon û 591 hezar û 34 otomobîl derketine trafîkê û ji ber leza zêde ceza li 23 hezar û 275 otomobîlan hatiye birîn.