Wekîlê Serokê Koma AK Partiyê li ser xerciyên li dijî PKKyê hatine bikaranîn daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Wekîlê Serokê Koma AK Partiyê Mustafa Elîtaş got, “Xerciyên li dijî PKKyê hatine bikaranîn girîng e ku ji bo bipêşketina welat werin bikaranîn.”

Mustafa Elîtaş doh li parêzgeha Qesyeriyê behsa pêvajoya çareseriyê û gavên wê kir.

Wî berpirsê AK Partiyê tekezî li ser şerê di navbera dewleta Tirkiyeyê û PKKyê de kir û got, temenê Komara Tirkiyeyê 102 sal e, lê 41 sal in têkoşîna li dijî PKKê heye.

Elîtaş her wiha bi girîngî behsa xerckirina budceya têkoşîna li dijî PKKyê kir û got:

"Bifikirin, ew hêz û enerjiya ji bo têkoşîna li dijî terorê dihat bikaranîn, eger ji bo pêşxistin û mezinbûnê were bikaranîn."

Elîtaş pesnê wê komîsyonê da ku li parlamentoyê hatiye avakirin û got:

"Ji bilî piştgirî û hêviya serkeftinê ji bo endamên wê komîsyonê ku ji aliyê 48 parlamenteran ve tê birêvebirin, divê tiştekî din ê me nebe.

Ew komîsyon nûnertiya nêzîkî ji sedî 95ê gel dike."

Doh komîsyona taybet a bi pêvajoya çareseriyê ya bi navê “Komîsyona Hevgirtina Niştîmanî, Biratî û Demokrasiyê` li Parlamentoya Tirkiyeyê yekemîn civîna xwe li dar xist ku heşt saetan dewam kir.

Civîna duyemîn a komîsyonê dê roja înê were lidarxistin.