Dadgeha Destûrê derbarê 11 rojnamegeran biryara binpêkirina mafan da
Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê, derbarê 11 rojnamegerên ku di demên cuda de hatibûn girtin û paşê hatibûn berdan, biryara binpêkirina mafan da.
Dadgeha Destûrê derbarê serlêdanên rojnameger Dîcle Muftuoglu, Sedat Yilmaz, Mazlum Guler, Mehmet Şahîn, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şah Oruç, Suat Doguhan, Remziye Andan, Mehmet Alî, Abdurrahman Oncu û Oznur Deger biryar da.
Rojnamegerên ku di sala 2023yan hatibûn girtin, bi hincetên "girtina neqanûnî", "demeke dirêj a girtinê", "sînordarkirina gihiştina dosyeyê" û "dereng nirxandina îtirazê" serî li Dadgeha Destûrê dabûn.
Dadgeha Bilind, serlêdanên derbarê "girtina neqanûnî", "demeke dirêj a girtinê" û "dereng nirxandina îtirazê" de red kirin.
Lê belê, ji ber "sînordarkirina gihiştina dosyeyê", biryar da ku mafê rojnamegeranhatiye binpêkirin.
Dadgehê her wiha biryar da ku ji ber vê binpêkirinê, dewlet wekî qerebû 30 hezar lîre (nêzîkî 750 dolarî) bide rojnamegeran.