Komîsyon civiya: ‘Radestkirina çekên giran girîng e’
Enqere (Rûdaw) - Efserê malnişîn ê ji artêşa Tirkiyeyê Mîthat Işik îdia kir ku di destê PKKyê de sîstema parastina asmanî heye û got, “Radestkirina çekên giran girîng e”
Di proseya çareseriyê de yek ji mijara sereke û qonaxa herî krîtik mijara çekberdana PKKyê ye.
Li gorî agahiyan mijara çekberdanê dê bi koordînasyona Dezgeha Îstixabarata Tirkiyeyê ( MÎT) û aliyê leşkerî bê meşandin.
Komîsyon jî dê bingeheke yasayî ji bo pêvajoyê amade bike.
Efserekî malnişîn ê Artêşa Tirkiyeyê dibêje dibe ku di destê PKKyê de çekên giran û sistemên parastinaasmanî jî hebin û pêwîst e hemû bêne tomarkirin.
Di yekem civîna komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê di biryar hat dayîn ku navê komisyonê bibe Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê.
Komisyonê yekem civîna xwe bi beşdariya 48 endaman encam da.
“Komîsyon dikare ji bo çareseriyê zemînên yasayî ava bike”
Endamê Komîsyona Neteweyî ya Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê û Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu jî got:
“Komîsyon dikare ji bo çekberdanê çi bike? Helbet komîsyon nikare fiîlen ji bo çekberdanê karekî bike.
Lê tiştê ku komîsyon dikare bike çi ye ? Komîsyon dikare ji bo çareseriya tundiyê ji bo bidawîkirina tekoşîna çekdarî zemîneke yasayî, civakî û siyasî ava bike.”
Di pêvajoya çareseriyê de yek ji xala sereke çek berdana PKKyê ye.
“Di destê PKKyê de sîstema parastina asmanî heye”
Efserê malnişîn Mîthat Işik jî got, “Di destê rêxistinê de bi taybetî çekên ku welatên Yekîtiya Ewropayê û Amerîkayê dane wan jî hene.
Ya rastî çekên wekî keleşînkof, RPG û roketavêj girîng nîne. Çekên wekî sîstemên parastina asmanî hene.
Radestkirina wan çekên giran gelekî girîng e û pêwîst e ew çek hemû yek bi yek bêne tomarkirin.
Dibe ku 50-60 salên din kesek ku ji ber wan çekan zerer dîtiye çi xelkê Tirkiyeyê be çi xelkê Îraq an Suriyeyê be bixwaze li dijî wan dewletên ku ew çek dane rêxistinê dozê veke.”
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê duyem civîna xwe 8ê meh;ê roja înê encam bide û di civîna duyem de serokê MİTê İbrahîm Kalin wezîrê Karên Navxwe Alî Yerlîkayê jÎ dê beşdar be.