Derbarê Ragip Zarakolu de bultena sor hat derxistin

06-09-2018
RÛDAW
Nîşan Ragip Zarakolu Bultena Sor Tirkiye
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Derbarê nivîskar, rojnamevan û weşanger Ragip Zarakolu de, bi hinceta ku 2011an di Akademiya Siyasetê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de axiviye bi tohmetbarkirina “alîkarî daye rêxistina terorê" bultena sor hat derxistin.  

 

Nivîskar Ragip Zarakolu ji heman dozê di cotmeha 2011ê de hatibû girtin û di nîsana 2012ê de hatibû azadkirin. Herwiha dadgeha ku doza nivîskar û rêvebirên rojnameya Ozgur Gundumê rêve dibir ferman girtina li ser Zarakolu dabû rakirin.


Zarakolu ji sala 2013ê ve ji Tirkiyê derketiye û ji wê demê ve li Swîsreyê dijî.


Derbarê derxistina bultena sor de Zarakolu wiha got: “Biryara lêgerina bi bultena sor dadgeh dide, lê heger Rêveberiya Giştî ya Peywendiyên Derve û Hiquqa Navnetewî ya girêdayî Wezareta Dadê pesend bike ew biryar li Interpolê tê cîbicîhkirin. Lewma heta 28ê Îlonê ji bo ku ev biryar bê hilweşandin ez dê bi rêya parêzerê xwe serlêdanên pêwîst bikim.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst