Piştî serdana CHPê bo Kurdistanê peyva 'Barzanî' li Tirkiyê bû Trend

Hewlêr (Rûdaw) – Serdana şanda CHPê bo Herêma Kurdistanê bo Herêma Kurdistanê û civîn û hevdîtinên wan li gel serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bûye rojevek germ li Tirkiyê û ji ber wê jî peyva “Barzanî” di medyaya civakî ya wî welatî de yek ji wan peyvan e ku herî zêde hatiye bikaranîn û bi taybet di twitterê de bû Trend Topîk.

Şadedandeke Partiya Komarî ya Gel (CHP) bi serokatiya Cîgirê Serokê CHPê û Parlamanterê Stenbolê Oguz Kaan Salici û endamtiya Şêwirmendê Serokê Giştî û Berpirsê Siyasetên Derve yê wê partiyê Unal Çevîkoz, Endamê Encumena Partiyê Nevaf Bîlek, Prof. Dr. Mehmet Hasan Eken û Enver Omur Plat roja Yekşemiyê serdana Herema Kurdistanê kir.

Oguz Kaan Salici, Cîgirê Serokê CHPê derbarê serdana şanda partiya xwe bo Hewlêrê li ser Twitterê nivîsandiye: “Em li Hewlêrê ne…Em behsa Rêxistina Hevkarî û Aştiya Rojhilata Navîn (OBIT) dikin. Bi armanca rêyên diyalogê li gel cîranan vebin, ji bo arambûna rewşa Rojhilata Navîn, em wek Partiya Gel a Komarî ya dikeve ser milê me, em dê pêk bînin.”

Ev yekemîn car e, şandeke CHP ku partiya sereke ya opozisyona Tirkiyê û herwiha partiya damezrînerê Komara Tirkiyê Mustafa Kemal Ataturk e, serdana Herêma Kurdistanê dike û di bin ala Kurdistanê de bi rayedarên Herêma Kurdistanê re hevdîtinan dike. Ji ber vê yekê jî, serdana şanda CHPê li Tirkiyê gelek deng vedaye û bûye rojeveke germ.

Ji ber serdanê, hem piştevanî û destxweşî li CHPê tê kirin û hem jî rexneyên tund li wê partiyê tên girtin.

Li Tirkiyê li ser torên civakî û bi taybet jî dii Twitterê de, bikarhênerên li wî welatî di belavkirina babetên li ser serdana şanda CHPê, peyva “Barzanî” bikar anîne û ji ber wê jî roja Yekşemiyê peyva Barzanî di Twitterê de li Tirkiyê bû Trend û piştî 8 demjimêran ji serdana şanda CHPê, zêdetir ji 21 hezar caran navê Barzanî ji aliyê bikarhêneran ve hat bikaranîn.

Têkildarî rexneyên ku AKP û MHP ji serdana CHPê ya bo Herêma Kurdistanê digirin, Aykan Ozdemîr parlamenterê berê yê CHPê ji Rûdawê re ragihand: “Rast e ku ev pêngava CHPê dereng ma, lê dîsan jî pêngavekî rast e. Pir giring e CHP hem li hundir û hem li derveyî Tirkiyê pêwendiyên xwe li gel Kurdan pêş bixe û ji vê çarçoveyeya teng û sînordar derxîne ku desthilatê jê re diyar kiriye.”

Aykan Ozdemîr li ser nêzîkbûna CHPê li Kurdan bi giştî û li HDPê bi tyabetî jî axivî û got: “Di serdemekê de ku li Tirkiyê guvaşên li ser HDPê zêdetir dibin û siyaseta Kurd tê neyasayîkirin, ev hewldana CHPê giring e û hevdem peyameke piştevaniyê ye bo dengderên Kurd.”

Ev yek di demekê de ye, ku hejmarek ji siyasetvan, nivîskar û kesayetên nêzîkî AKP û MHP rexneyên tund li CHPê digirin ku serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Oznur Kûçûker Sirene, pispora pêwendiyên navdewletî di twîttekê de nivîsiye: “Şanda CHPê bi çi sîfetekê li gel Barzanî civiyaye, di civînê de behsa çi hatiye kirin? Çima ala Tirkiyê di salona civînê de nehatibû danîn?”

Beşek ji alîgirên CHPê jî di torên civakî de wek bersivekê bo AKPê, wêneyê civîna Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û serok Mesûd Barzanî danîne, ku li pişt wan alên Kurdistan û Tirkiyê hatine danîn.

Partiya Gel a Komarî sala 1923 ji aliyê Mustafa Kemal Ataturk ve hatiye damezrandin û niha partiya sereke ya opozisyonê li Tirkiyê ye.

CHP di hilbijartinên dawî yên parlamentoya Tirkiyê de ku sala 2018an hat lidarxistin, rêjeya %22.8 dengan bidest xist û ji 600 kursiyên parlamentoya wî welatî, 146 kursî misoger kirin.

CHP niha li gel ÎYÎ Partiyê ku ji aliyê Meral Akşener ve tê serokatîkirin, di nava hevpeymaniyekê de ye û hewl didin desthilatê ji AK Partiyê werbigirin.

CHPê di hilbijartinên şaredariyan de ku sala 2019an hat lidarxistin, bi piştevaniya dengderên Kurd û HDPê karî şaredariyên bajarên mezin ên Enqere, Stenbol, Antalya û hejmarek bajarên din ji AK Partiyê bistîne.