81 Baroyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biryara kêmkirin û rawestandina kar dan
Hewlêr (Rûdaw) - 81 Baroyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ragihandin ku bi daxwaza zêdekirina pereyên dozên Yasaya Dadgerîna Ceza (CMK) biryara çalakiyê dane. Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB) roja Duşembê 5ê Îlona 2022ê 47emîn Civîna Serokê Baroyan saz kir û di encam de biryareke hevbeş eşkere kir.
Li gor daxuyaniya encamên civîna 81 baroyan eger heqdestê wan yê di çarçoveya dozên Yasaya Dadgerîna Ceza de neyê zêdekirin dê qonax bi qonax erkdarkirinên van dozan bên rawestandin.
Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê tê kirin ku krîza aborî ya li Tirkiyê bandoreke nerênî li parêzeran jî kiriye û divê hinek guhertin bên kirin. Eger di vî warî de guhertinek neyê kirin dê bi biryara hevbeş çalakî bên kirin.
Di daxuyaniyê de sedemên çalakiyê wiha hatin diyarkirin:
- 13ê Îlona 2022ê roja Sêşembê divê li hemû parêzgehan erkdarkirinên Yasaya Dadgerîna Ceza (CMK) bên kêmkirin.
-20ê Îlona 2022ê roja Sêşembê dive li hemû parêzgehan erkdarkirinên CMKê bo dema rojekê bên rawestandin, daxwazên bo zarok û jinên ku rûbirûyê tûndutîjiyê bûne ne di nav de.
-Ji roja Sêşembê 27ê Îlona 2022ê û pê ve li hemû parêzgehan erkdarkirinên CMKê bo dema 3 rojan bên rawestandin, daxwazên bo zarok û jinên ku rûbirûyê tûndutîjiyê bûne ne di nav de.
-Eger encamek neyê bidestxistin, dê li hemû parêzgehan erkdarkirinên CMKê bê dem bên rawestandin û em bibiryarbûna xwe careke din bi raya giştî re parve dikin.
Serokê Baroya Amedê Nahit Eren jî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniya 81 baroyan parve kiriye û dibêje: “Em wek parêzer dixwazin encama keda xwe di dozên CMKê de werbigrin û li pîşeya me ku nûnertiya parastina serbixwe dike rêz bê girtin. Divê erka CMKê ji rewşa wek karekî bi zorê bê derxistin.”