Li Nevşehîrê qeza: 14 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Nevşehîrê yê Tirkiyeyê di qezayeke trafîkê de 14 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Çardak-Uçhîsarê otomobîla Î.Î. diaojet û otomobîla N.M.O. diajot li hev qelibîn û di encamê de 14 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên tenduristiyê, polîs û cendirme çûn cihê qezayê.

Di qezayê de 14 kesên di otomobîlan de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên derdorê.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, şofêr Î.Î. li gel mirovên xwe ji bo gerê ji Mêrsînê çûbû Kapadokyayê ku cihekî turîstîk e.