کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Serdana malbatên girtiyên nexweş bo navenda partiya DEVAyê li Enqerê.

Serdana malbatên girtiyên nexweş bo navenda partiya DEVAyê li Enqerê.

TIRKIYE

Malbatên girtiyên nexweş serdana partiyên siyasî dikin

RÛDAW

RÛDAW

06-10-2022
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW06-10-2022

Nûçeyên Têkildar

DEM Partî: Statuya Herêma Kurdistanê encama îradeya gelê Kurd e
TIRKIYE26-11-2026

DEM Partî: Statuya Herêma Kurdistanê encama îradeya gelê Kurd e

Civîna MGKyê bi dawî bû: Rewşa dawî û bipêşketinên pêvajoyê hatin nirxandin
TIRKIYE26-11-2026

Civîna MGKyê bi dawî bû: Rewşa dawî û bipêşketinên pêvajoyê hatin nirxandin

MGKya Tirkiyeyê îro dicive: Çekdanîna PKKyê di rojevê de ye
TIRKIYE26-11-2026

MGKya Tirkiyeyê îro dicive: Çekdanîna PKKyê di rojevê de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Malbatên girtiyên nexweş bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye betalkirin li Enqere ya paytexta Tirkiyê, serdana partiyên siyasî kirin û ji wan daxwaz kirin derbarê rewşa girtiyan de piştgiriya wan bikin.

Malbatên girtiyan ku li Amed, Îzmîr, Stenbol û Wanê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye betalkirin Nobeda Edaletê didomînin, ligel Endamê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirov a HDPê Serhat Eren, Hevseroka Komeleya Piştgitiya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Wanê (TUHAY-DER) Edibe Babur û Hevserokê TUHAY-DERê ya Amedê Mehmet Gunduz, li Enqerê serdana Partiya DEVA, Partiya Pêşerojê û Partiya Seadetê kirin.

Li navenda DEVAyê, Cîgirê Serokê Giştî yê DEVAyê Mehmet Emin Ekmen pêşwazî li malbatan kir.

Mehmet Emin Ekmen ji malbatan re got, partiya wan li Parlamentoyê daxuyanî daye û ve mijar anîne rojevê. Ekmen herwiha diyar kir, dê ji îro û pê de li ser rewşa girtiyan bisekinin.

Malbatan piştî DEVAyê serdana Partiya Seadetê kirin. Cîgirê Serokê Giştî yê Seadetê Cafer Guneş bi malbatan re hevdîtin kir. Cafer Guneş soz da malbatan, ku dê rewşa girtiyan bibin Parlamentoyê.

Li Partiya Pêşerojê jî Sekreterê Giştî yê Partiyê Kani Torun pêşwazî li malbatan kir. Kani Torun, li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyê civîna ligel malbatên girtiyên nexweş parve kiriye û nivîsandiye: “Malbatên girtiyan hatin serdana me. Girtîgeh tejî bûne. Tenê îsal 62 girtiyan canê xwe jidest dane. Ji 600î zêdetir nexweşên giran hene. Ji xwe mirov cezayê xwe dikşînin, eziyetê jî nedin wan.”

Malbatên girtiyan ji bo serdanê serî li CHPê jî dane, lê CHPê heta niha bersiva daxwaza serdanê ya malbatên girtiyan nedaye. Biryar e malbat, îro 6ê Cotmehê li Enqerê serdana Yekîtiya Pizîşkên Tirk bikin.

Pirsên