Li Rafîneriya Zêr a Stenbolê operasyon
Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyona li ser Rafîneriya Zêr a Stenbolê û şirketên girêdayî wê de 21 kes hatin desteserkirin.
Şirketê di rêzbendiya 500 Saziyên Pîşesaziyê yên Mezin ên Tirkiyeyê ya sala 2024an a Odeya Pîşesaziyê ya Stenbolê (ÎSO) de di rêza 5emîn de cih girtibû.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatibû destpêkirin de, li Rafîneriya Zêr a Stenbolê û şirketên girêdayî wê operasyon hat kirin.
Hat ragihandin ku derbarê 23 gumanbarên ku rayedarên Rafîneriya Zêr a Stenbolê û şirketên pêwendîdar in, bi îdiaya ku bi rêyên hîlekarî piştgiriya dewletê wergirtiye û bi awayekî rêxistinkirî zerer daye raya giştî biryara desteserkirinê hatiye dayîn.
Li gorî Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, 23 gumanbarên ku rayedarên Rafîneriya Zêr a Stenbolê û şirketên pêwendîdar in bi hîlekariyê piştgiriya dewletê wergirtiye û wan bi awayekî rêxistinkirî zerer daye raya giştî.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku derbarê gumanbaran bi tawanên cuda biryara desteserkirinê hatiye dayîn.
Divê were gotin ku Seroka Lijneya Birêvebir a Şirketê Ayşen Esen e û Wekîlê Serokê Lijneya Birêvebir jî Erkam Halaç e.