Li Enqereyê asansora bar li qata 12an ji hev ket: 2 karker mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mamakê ya Enqereya paytexta Tirkiyeyê, asansoreke barhilgir a li qata 12emîn a avahiyeke 15 qatî bû du beş û 2 karkerên tê de ji jor ketin û mirin.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên parastina sivîlan çûne cihê bûyerê.

Hêzên ewlehiyê li derdora avahiyê tedbîrên ewlehiyê standine.

Hat ragihandin ku kar û xebatên di avahiyê de hatine rawestandin.

Tîmên tenduristiyê di pişkinîna xwe de diyar kir ku her du karker li cihê bûyerê mirine.

Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.