PWK: Bi tîşortên bi wêneyê `Torosa Spî` nikarin gelê me bitirsînin!
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistan (PWK) ragihand ku kes nikare bi tîşortên bi wêneyên “Torosa Spî” Kurdan bitirsînin!
Firotina tîşortên bi wêneya "Torosa Spî" ku di salên 1990î de li Bakurê Kurdistanê bûbû sembola kuştinên kiryar nediyar û windakirina mirovan, li ser platformên firotinê yên online rastî bertekên tund hat.
Li ser tîşortên ku ji aliyê firoşkarekî bi navê "Otuken Online" ve bi sernavê "Taybet ji bo hezkiriyên Torosê" hatibûn firotin, li gel wêneya "Torosa Spî" û "nîşana gurê bozkurt", nivîsa "17 hezar kes çawa di Toroseke spî de bi cih dibin?" cih digirt.
“Nabe sûc bibin qezenceke ticarî”
PWKyê nerazîbûn li hemberî vê yekê nîşan da û got:
“Torosa Spî ne tenê wesayîtek e, ew nîşana serdemeke tarî ye di dîroka me ya nêz de ye ku bi hezaran kes bi zorê hatine windakirin û bi kuştinên kujerên wan nenas hatine tunekirin.
Ev tîşortên bi sembola Torosa Spî ji aliyê kompanyaya hilberîner a bi navê Otuken Online ve hatine hilberîn, tehdîdeke cidî ye ku dê kuştinên kujerên wan nenas ji nû ve dest pê bikin.
Ev helwest sûcekî li dijî mirovahiyê ye û ev sûc nikarin bibin mijara mîzahê, nostaljiyê, yan jî qezenceke ticarî.”
“Tehdîd îro jî bi şiklên cuda cuda didomin”
PWK bal kişand li ser kuştinên kiryarnediyar û got:
“Ji ber ku berpirsyarên kuştinên kujerên wan nenas heta îro jî nehatine eşkerekirin û darizandin, îro jî ev yek cesaretê dide yên ku tîşortên bi vî rengî hildiberînin, difiroşin û bazirganîya wan dikin.
Ji ber ku ev 100 sal in, berpirsiyarên kuştin û komkujîyên bi awayekî plankirî, ji aliyê navendên eşkere û tarî yên dewleta Tirkiyeyê ve hatine kirin nehatine darizandin û cezakirin, tehdîd îro jî bi şiklên cuda cuda didomin.”
PWKyê diyar kir ku ew helwesta“Otuken Online û ya Trendyolê ya ku alîkarîya wê dike, şermezar dikin û got:
“Divê xwediyên Otuken Online û yên wekî wan difikirin jî zanibin ku miletê Kurd 100 sal in li ber tu komkujî, jenosîd û kuştinên kujerên wan nenas siyasetên asîmîlasyonê û qetlîaman serê xwe netewandiye û ji îro pê ve jî dê netewîne.
Em bangî hemû baroyên li Kurdistanê, hemû parêzvanên mafên mirovan û edaletê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku ji bo darizandin û cezakirina vê helwesta nemirovane ya ‘Oteken Online’ û vê kiryara tîcarî ya ‘Trendyol’ê ya ku bûye amûra wan û alîkariya wan kiriye, helwest bigirin û bikevin nav tevgerê.”