Li Stenbolê 2 kes bi tohmeta sîxuriya ji bo MOSSADê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê, 2 kesên ku bi îdiaya sîxuriya ji bo MOSSADê hatibûn desteserkirin, bi biryara dadgehê hatin girtin.

Operasyon bi awayekî hevbeş ji aliyê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) û hêzên ewlehiyê ve hatibû lidarxistin.

Operasyoneke hevbeş a MÎT û polîsan

Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê û Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê ji bo girtina 2 welatiyên Tirkiyeyê yên bi navê Serkan Çîçek û Tugrulhan Dîp lêkolîneke hevbeş dabûn destpêkirin.

Hat îdiakirin ku di encama lêkolîn û xebatên îstixbaratî de diyar bûye ku her du kes ji bo Îsraîlê dixebitin û li ser vê yekê 3ê Çiriya Pêşîn a 2025an hatibûn desteserkirin.

Bi tohmeta sîxuriya siyasî û leşkerî hatin girtin

Piştî kar û barên yasayî yên li ewlehiyê, her du gumanbar îro sewqî dadgehê hatin kirin.

Dadgehê bi tohmeta “bidestxistina zanyariyên dewletê yên ku divê nehênî bimînin ji bo sîxuriya siyasî û leşkerî” biryara girtina her du kesan da.