HDP: Îdianame ji aliyê naverokê ve bê wate ye

Enqere (Rûdaw) - HDPê doh parêznameyeke ku ji 173 rûpelan pêk tê, pêşkêşî Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê kir.  Alîkarê Hevserokê HDPê Umit Dede piştî radestkirina parêznameyê ragihand ku gelek kêmasî di tometên doznameyê de hene û wan jî bi vê parêznameya berfereh hewl dane temamê wan tometan bi belge pûç bikin û got: “Îdianame ji aliyê naverokê ve bê wate ye.”

Endamên Komisyana Hiquqê ya Partiya Demokratîk ya Gelan HDPê li dijî îdianameya Seredozgerê Komarî Bekir Şahin ku dixwaze HDP bê girtin parastineke ji 173 rûpelan pêk tê radestî dadgeha Destûra Bingehîn kir. 

Komisyona peywendîdar a HDPê  piştî radestkirina parastinnameyê tekezî li ser wê yekê kir ku gelek kêmasî di  tometên serdozgerî komarî de de hene.

Alikarê Hevserokê HDPê Umit Dede dibêje: “Li hember me îddianameyeke 843 rûpel heye û ligel belgeyan barekî giran li pêşiya me ye. Îdianame di aliyê naverokê de bê wate ye. Jixwe di dema vegerandina yekem îdianame dadgehê bi xwe jî gotibû ku ev îdianame gelek lawaz e. Wate îdianemeya mezin lê di aliyê naverokê de vale ye.” 

Parlementer û Berpirsên HDPê jî bedewam behsa wê yekê dikin îdianema û daxwaza girtina wan peywendî bi komployekê siyasî heye û prose di serî de AK Partî û MHP bi destê çend partiyên siyasî bi rêve diçe. HDP ji bo ragihandin û bicihkirina alternatîfên xwe jî xwe li benda biryara dadgehê digire.

Parlementerê HDPê Mehmet Ruştî Tiryakî jî got: “Li dijî me kempînek hate meşandin. Kampanya bi destê MHP, partiyên faşîst, Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) û partiya Dogu Perîncek hate meşandin. Her roj her hefte daxuyanî dan û dixwastin ku li dijî HDPê doz bê vekirin.”

Piştî vê qonaxê jî dê belge û zanyarî bên komkirin û raporta sereke dê bê amadekirin. HDP jî dikare dokument û belgeyên zêdetir pêşkêşî dadgehê bike. Dadgeha Destûra Bingehîn li Tirkiyê bilindtirîn dadgeh e û li dijî biryarên wê gilî û doz nayên tomarkirin. Lê eger ji 15 endamên dadgehê 10 jê dengê erê bidin û HDP bê girtin komisyona hiqûqê ya HDP dikare li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê giliyê tomar bike.