Li 30 bajaran hişyariya lehiyê hat dayîn
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê li 30 parêzgehan baran bibare û ji ber egera lehiyê divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, tê pêşbînîkirin ku îro li 30 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran bibare û her wiha egera lehiyê jî heye.
Wê saziyê ji bo parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên wekî Erzirom, Qers û Erdexanê hişyariya sir û seqemê da.
Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, dê li bajarên navborî pileya germê dakeve heta 3 pile bin sifirê.
Tê pêşbînîkirin ku li cihên bilind ên herêma Serhedê jî berf bibare.
Li gel vê yekê bi giştî hişyariya mij û moranê jî hatiye dayîn ku dê bandoreke neyînî li çûn û hatinê bikin.