STENBOL - Rojnamegerên ku hatibûn desteserkirin hatin berdan
Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamegerên navdar ên Tirkiyeyê Ruşen Çakir, Yavuz Oghan, Şaban Sevînç, Soner Yalçin û Batuhan Çolak piştî ku îfade dayînê hatin berdan.
Dadgehê li ser rojnamegeran biryara qedexeya derketina derve da.
Rojnameger di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê yê girtî Ekrem Îmamoglu de hatibûn desteserkirin.
Polîsan serê sibê bi ser malên rojnamegeran de girtibû û ew biribûn emniyetê da ku îfadeyên wan wergire.
Yavuz Oghan yekem rojnameger bû ku hat berdan.
Oghan piştî berdana xwe got, "Mixabin. Bûyereke keyfî bû. Li Tirkiyeyeke wiha em niha bi vî rengî dijîn."
Piştî Yavuz Oghan, Batuhan Çolak, Şaban Sevînç, Soner Yalçin û Ruşen Çakir jî piştî îfadeyên xwe yên li emniyetê hatin berdan.
Ruşen Çakir jî piştî berdana xwe got, "Min îfadeya xwe da û ez hatim berdan, tiştekî nepêwîst bû.
Wan îdiayên di nûçeya rojnameya Akşamê de hebûn û çend weşanên min ji min pirsîn, ew qas."
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Stenbolê, rojnameger bi tohmetên "belavkirina agahiyên derew" û "alîkariya rêxistina sûcê" ji bo îfadeyê hatine gazîkirin.
Bertekên li hemberî desteserkirinê
Li şûna ku bên vexwendin desteserkirina rojnamegeran li malên wan rastî bertekên tund hat.
Komeleya Rojnamegerên Hevdem (ÇGD) bertek nîşanî desteserkirina rojnamegeran da û wiha got:
"Ev kiryar ne tenê li dijî hevkarên me yên ku îro hatine desteserkirin e, armanca wê ew e ku pîşeya rojnamegeriyê têk bibe û gefê li hemû rojnamegeran bixwe."
Berdevkê CHPyê Denîz Yucel jî bertek nîşan da û got, "Ev miamele hewldana bêdengkirin, tirsandin û çavtirsandina çapemeniya azad e."
DEM Partiyê jî desteserkirina rojanamegeran şermezar kir û got, "Divê êdî dev ji vê têgihiştina ku di van demên dawî de bi taybetî li derdorên darazê yên Stenbolê tê dîtin û hewldana dîzaynkirina çapemeniyê berdin."