Altan Tan bo nijadperestên tirk: Hûn niha rehet bûn Heşda Şeibî ket Kerkûkê

Navenda Nûçeyan - Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan bibîr xist 5 hezar ulkucuyan xwe amade dikir ku herin têkevin Kerkûkê  got, hûn rehet bûn ku Heşda Şeibî ket wir û Îran li herêmê bûye desthilat.


Parlamenterê HDPê yê Amedê Altan Tan li parlamentoya Tirkiyê civîna çapemebiyê pêk anî û behsa referanduma 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê kir.


Altan Tan anî ziman encamên referanduma serxwebûna li Tirkiyeyê gelek dihat nîqaşkirin, rojeva parlementoyê jî piranî ew mijar bû û wiha domand: "5 hezar ulkucuyan xwe amade dikir ku herin têkevin Kerkûkê. Çawa bû ku Kerkûk hat jibîrkirin? Hûn rehet bûn ku Heşda Şeibê ket wir û Îran li herêmê bû desthilat?. Heger hûn rehet bûne ez naxwazim tişteke din bibêjim.”


Tan amaje bi wê yekê kir ku dema Kerkûk di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de her roj nijadperestên Tirk li hemberî kurdan daxuyanî didan û bibîr xist  5 hezar ulkucuyê ku dê biçûna Kerkûkê  û pirsî “çi bi wan hat?”û  wiha axivî: “ Birêz Bahçelî çi difikire der heqê statuya Kerkûkê de. Wî her roj gef li Kerkûkê dixwarin. Tirkmenên Kerkûkê hatin jibîrkirin? Ez tenê dixwazim bi bîr bixim."


Parlamenterê amadê herwiha da zanîn ku li navçeya  Sûra Amedê derdora 3 hezar malbatan mexdûr bûn, malên wan xerab bûn û li derva man û wiha pê de çû:


"Li Sûrê, hem xwediyê malan û hem malbatên ku di kirê de bûn, ji destpêka ku malên wan xerab bûn pê ve bila ji her malbatên Sûrê herî kêm kesek di kadroyên dewletê da werin bicîkirin.”


(A.B)