Li Uşak û Enqereyê qeza: 4 kes mirin

06-12-2025
RÛDAW
Nîşan Uşak Enqere Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Enqere û Uşakê yên Tirkiyeyê du qezayên trafîkê çêbûn.

Di encama qezayan de 4 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li Enqereyê otomobîlekê ji paş ve li barhilgirekê xist û 2 kes mirin, kesek jî bi giranî birîndar bû.

Li gorî agahiyan, li ser Rêya Derdorê ya Enqereyê li talê Eryamanê, otomobîleke bi şofêrtiya B.K.yê li barhilgirekê xist.

Tîmên tenduristiyê destnîşan kir ku B.K. û E.D.yên di otomobîlê de mirine.

M.C.yê ku bi giranî birîndar bûbû birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîncanê.

Li Uşakê otomobîl wergeriya şarampolê

Li bajarê Uşakê jî otomobîlek wergeriya şarampolê û di encamê de 2 kes mirin, kesek jî birîndar bû.

Li ser rêya Îzmîr-Uşakê, otomobîla bi şofêrtiya Umît Guneş (25), ji ber wî kontrola dîreksiyonê ji dest da li refujê qelibî.

Otomobîl paşê derbasî rêya kêlekê bû, wergeriya şarampolê û teqle avêtin.

Hat diyarkirin ku Musa Koseyê (29) di otomobîlê de miriye.

Şofêr û A.K.yê (25) ku di qezayê de bi giranî birîndar bûbûn bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Şofêr Umît Guneş li nexweşxaneya taybet a ku lê dihat dermankirin, tevî hemû midaxeleyan jî mir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst