Cengîz Çandar: Dibe ku em Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê li Tirkiyeyê bibînin
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar got, “Eger heye di demeke gelekî nêzîk de Îlham Ehmed jî û Mezlûm Ebdî jî Tirkiyeyê ziyaret bikin.”
"Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" li Navenda Çandê ya Cem Karacayê ya li navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê tê lidarxistin û dê du rojan berdewam bike.
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi online beşdar bû û gotarek pêşkêş kir.
Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar beşdarnebûna fîzîkî ya Îlham Ehmedê ya di konferansê de ji Rûdawê re nirxand.
Çandar diyar kir ku rênedana Îlham Ehmedê ku bi awayekî fîzîkî tevlî konferansê bibe, nîşaneya dudiliya hikûmetê ye.
Li gorî Çandar, desthilat di derbarê gavên ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rewşa Sûriyeyê de hîn bi guman tevdigere.
"Pirsgirêkeke burokratîk"
Cengîz Çandar li ser sedema nehatina Îlham Ehmedê wiha got:
"Ji bo ku Îlham Ehmed were Tirkiyeyê, diviyabû ku desthilatê hatina wê erê kiriba, ev wekî karekî burokratîk e.
Lê dema ku mijar bû keseke wekî Îlham Ehmedê, ev yek pêk nehat."
"Hikûmet hîn dudil e"
Çandar bal kişand ser daxuyaniyên dawî yên berdevkê desthilatê û got:
"Dema ku mirov bi hûrî li daxuyaniyên çend roj beriya niha dinêre, mirov dibîne ku hikûmet di derbarê HSDyê û rewşa li Sûriyeyê de hîn dudil e ku hinek pêngavan biavêje."
"Dibe ku Tirkiyeyê ziyaret bikin"
Çandar beşdariya online ya Îlham Ehmedê wekî nîşaneke girîng nirxand.
Cengîz Çandar pêşbîniyeke balkêş kir û wiha pê de çû:
"Bi awayê online tevlîbûna Îlham Ehmedê tê wê wateyê ku eger heye di demeke gelekî nêzîk de Îlham Ehmed jî û Mezlûm Ebdî jî Tirkiyeyê ziyaret bikin û em wan li Tirkiyeyê bibînin."