Bahçelî: Baskê duyem ê çûka aştiyê tê çêkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ragihand ku peyamên Abdullah Ocalan maqûl in û got, “Înşalah dê baskê duyemîn ê çûka aştiyê bê çêkirin û her kes dê bi hev re firîna wê bibîne.”
Bahçelî di merasîma dibistana partiya xwe de axivî û bal kişand ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd.
"Em qonax bi qonax diçin"
Bahçelî diyar kir ku li dijî pêvajoyê hewldanên provakatîf hene lê tevî vê jî pêvajo qonax bi qonax bi pêş dikeve.
Serokê MHPyê got, "Em qonax bi qonax ber bi encamê ve diçin. Em guh nadin gotegotan û di rêya xwe de dimeşin."
"Peyamên Ocalan maqûl in"
Bahçelî bal kişand ser serdana komîsyonê ya Abdullah Ocalan û wiha pê de çû:
"Komîsyon 4ê Kanûnê civiyaye. Peyamên lîderê damezirîner ê PKKyê erênî, maqûl, pêbawer û teqez in."
"Em nikarin vê firsendê ji dest bidin"
Devlet Bahçelî gotina xwe ya "Aştî ne çûkekî yekbask e" ku piştî bangên Abdullah Ocalan û biryarên PKKyê kiribû bi bîr anî û got:
“Înşalah dê baskê duyemîn ê çûka aştiyê bê çêkirin û her kes dê bi hev re firîna wê bibîne.
Em alîgirê hevkariyê ne. Divê em bi axaftin, lihevkirin û empatiyê mijûl bibin."
Tişta firsenda tehemûlê, hevfêmkirinê û çareseriya bi rêyên diyalogê bi pêş dixe, nirxa demokratîk e.
Em nikarin vê firsenda sedsalî ji dest bidin. Em hemû birayên xwe yên Kurd bi hesret, muhbet û hurmetê hembêz dikin."
Bersiva ji bo Ofîsa Serok Barzanî
Bahçelî di axaftina xwe de bersiv da daxuyaniya Ofîsa Serok Mesûd Barzanî ya derbarê serdana wî ya Cizîrê jî.
Bahçelî got, "Provokasyona Cizîrê dê me bêzar neke. Heke em werin ser mijara gurê boz me; bê guman ez gurê boz im û ez dê wilo jî koç bikim."