MHP: Pêvajo meseleyeke dewletê ye û nayê bipaşxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz derbarê pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê got, “Ev meseleyeke dewletê ye û nayê bipaşxistin.”

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê nîqaşên çareseriyê yên ku li Tirkiyeyê dîsa bûne rojev daxuyanî da.

"Çavkaniyeke mezin û pîroz"

Yildiz bal kişand ser bihêzbûna binesaziya civakî û kapasîteya dewletê û got:

"Dînamîzma civakî, kapasîteya dewletê, bandora herêmî û berhevkirina dîrokî ya Tirkiyeyê çavkaniyeke mezin û pîroz e."

"Meseleyeke dewletê ye"

Fetî Yildiz destnîşan kir ku dewlet dikare li hemberî qeyranan çareseriyê bibîne û wiha pê de çû:

"Hêzên emperyalîst nikarin rê li ber hêza eqilê dewletê bigirin ku çareseriyan hildiberîne, ji bo xêra miletê me vediguherîne û gefan ji holê radike."

Rayedarê MHPyê di dawiya daxuyaniya xwe de peyameke zelal da û got:

"Hedefa Tirkiyeya bêteror, meseleyeke dewletê ye ku nabe li serê gotinên vala bên kirin, ji polemîkan re girtî ye û nayê bipaşxistin."