Bahçelî vê carê jî ji Sezgîn Tanrikulu re telefon vekir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî li ser pêvajoya nû ji Parlamenterê Amedê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu re telefon vekir.

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Serokê MHPyê derbarê pêvajoya nû telefon jê re vekiriye û ew axivîne.

Tanrikulu di peyama xwe de got:

“Dema Serokê MHPyê birêz Devlet Bahçelî telefon ji min re vekir, min careke din hêviya silametiyê jê re xwest.

Me derbarê wê serdema ku em tê re derbas dibin û girîngiya sûd û berpirsyariya her kesî ya di vê pêvajoyê de sohbet kir.

Me hêviya xwe ya silametiya wî û hevdîtina di rojên xweş de parve kir.

Ez ji vê derê careke din jê re hêviya silametiyê dixwazim û vê hêviya xwe ji vê derê parve dikim.”

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê piştî hevdîtina sêyem a li gel Heyeta Îmraliyê banga danîna çekan û fesixkirinê li PKKyê kiribû.

PKKyê jî 1ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew dê ji bo danîna çekan û fesixkirinê kongreyê saz bikin lê divê Ocalan bixwe jî serpereştiya kongreyê bike.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ku 1ê Çiriya Pêşîn li Parlamentoya Tirkiyeyê bi silavdayîna DEM Partiyê pêvajoya nû dabû destpêkirin, piştî banga Ocalan telefon ji Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, endamên Heyeta Îmraliyê Ahmet Turk û Pervîn Buldan û Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş re jî vekiribû.