Serokkomariya Tirkiyeyê li ser axaftina Erdogan û Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê ragihand ku di axaftina Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan de pêvajoya şer û pevçûnên herêmê pêşhatên dawî hatin gotûbêjkirin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, îro bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re pêwendiyeke telefonî encam dabû.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê li ser axaftina bi telefonê ya Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de pêvajoya şerê li herêmê û geşedanên nû hatine nirxandin û ev agahî hatin dayîn:
"Serokkomarê me destnîşan kir ku di vê pêvajoya hestiyar de, Tirkiye li kêleka Îraqê radiweste."
Di hevdîtinê de Serokkomar Erdogan diyar kir ku Tirkiye dê têkoşîna xwe ya li dijî wan pêngavên ku herêmê ji bo salên dirêj ber bi karesatan ve dibin, bidomîne û destnîşan kir ku ew liv û tevgerên rêxistinên terorê û hinek komên pê re di van rojên dawî de bi baldarî dişopînin.
Her wiha hate gotin: "Serokkomarê me diyar kir ku Tirkiye bi awayekî çalak dixebite da ku dawî li şer û pevçûnên li herêma me bîne û rê li ber vegera ser maseya danûstandinan veke."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku him Serokkomar Erdogan û him jî Nêçîrvan Barzanî giringiya pêvajoya ku niha li Tirkiyeyê berdewam dike anîne ziman
🔴Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 7, 2026
🗨️Herêma Kurdistanê wekî her demê ji bo aramiya herêmê kar dike pic.twitter.com/EyydlaeIwT