Enqere (Rûdaw) –Di ola îslamê de mehên Recep, Şeban û Remezan weke sê mehên pîroz tên binavkirin. HDPê bi vê mebestê bang li hikûmetê kir ku bila bi saya meha Receba pîroz pevçûn bêne rawestandin. Hinek alimên olî jî piştgiriya HDPê dikin û dibêjin di van mehên pîroz de li gorî Quranê şer hatiye qexekirin.
Li gorî ola îslamê û salnameya hicriyê sê mehên bi navê Recep, Şeban û Remezanê weke mehên pîroz tên qebûlkirin.
Meha Recebê jî yek ji mehên ku li gorî îslamê qetilkirina mirovan hatî qedexekirin tê zanîn. HDP balê dikêşe ser vê yekê û dibêje divê hikûmet bi mebesta vê qaîdeya îslamî pevçûnan bide rawestandin.
Parlamenterê HDPê M. Alî Aslan ji Rûdawê re wiha got: “Roja pênçşemê 3 mehên pîroz dest pê dikin û di meha Recebê de jî li gorî Quranê şer hatiye qedexekirin. Ew li gorî pîvanê hevçerx tevnagerin, li gorî demokrasiyê tevnagerin û tim qala îslamê dikin. Li Îslamê bedkariyê dikin û hewl didin ku gel bi vê yekê qanî bikin. Vaye em li wan gazî hukmê Quranê dikin. Xwedê teala gotiye şerê di van mehan de herame û divê neyê kirin. Bila kerem kin şer rawestînin.”
Hinek alimên olî jî vê bangê erênî dinirxînin û piştgiriya HDPê dikin.
Serokê ÎHADERê Mele Ehmed jî wiha got: “Di van her çar mehên hanê eşhar el hirûm dibêjin, yek jî jê meha Recebê ye. Di vir de kuştin û şer heram e. Bila ev şerê hanê raweste. Însan însanan nekuje. Em jî li vira banî serokkomarê tirkan dikin. Dibêjin ji bona xwedê, ji bona pêxember, ji bona xatirê quranê ku quran div an mehên hanê de xazil bûye, hatiye jêrê, êdî bes e. Bila însan neyêne kuştin.”
Parlamenterê HDPê Altan Tan jî bang li PKKê kiribû û gotibû divê PKK bê şert û bê merc dest ji çekan bikêşe. Serokkomarê Tikiyê Recep Tayyip Erdogan û hikûmeta Tirkiyê jî daxûyandibûn ku ti agirbest an jî ti proseyên çareseriyê di rojeva wan de nîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse