Bahçelî çû şîna Sirri Sureyya Onder

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî çû serdana şîna Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder a ku li parlamentoya Tirkiyeyê hatiye danîn. 

Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder 3yê Gulanê li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya ku lê dihat dermankirin piştî 18 rojan wefat kir.

Ji bo Sirri Sureyya Onder îro Parlametoya Tirkiyeyê şîn hat danîn.

Her wiha wêneyên Onder li salona şînê hatin daliqandin û qurnefîl hatin danîn.

Îro jî gelek parlamenter û rayêdar çûn şîna Onder.

Alî Onderê birayê Sirri Sureya Onder, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û hinek parlamenterên DEM Partiyê ziyaretvan pêşwazî kirin. 

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî jî tev li bernameya sersaxiyê ya ji bo Onder bû.

Devlet Bahçelî di dema serdanê xwe destê xwe li ser wêneyê Onder gerand.

Bahçelî, sersaxî ji heyeta DEM Partiyê re xwest, bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan û birayê Sirri Sureyya Onder Alî Fuat Onder re demekê sohbet kir.