Şaredariya Kumruyê: 10 zarokan çêkin, em dê otomobîleke sifir bidin we
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kumruyê ya parêzgeha Orduyê ya Tirkiyeyê, ji bo zêdekirina nifûsê "Pakêta Teşwîqa Malbatê" hat qebûlkirin.
Li gorî biryarê, şaredarî dê otomobîlekê diyarî wan malbatan bike ku 10 zarokên wan hene yan jî 10 zarokan çêkin.
Her wiha ew dê derfetên kar pêşkêşî wan malbatan jî bike ku 8 zarokên wan hene.
Otomobîl û derfetên kar
Serokê Şaredariya Kumruyê Yusuf Yalçuva, ji bo rêgirtina li kêmbûna nifûsê ya li navçeyê projeyeke balkêş da destpêkirin.
Meclisa Şaredariyê ev pêşniyara teşwîqê bi awayekî fermî pesend kir.
Herî zêde diyariya otomobîlê di medyaya civakî de deng veda.
Li gorî hûrgiliyên projeyê, şaredarî dê otomobîleke nû (sifir kîlometre) bikire û bide wan malbatên ku 10 zarokên wan hene yan jî 10 zarokan çêdikin.
Her wiha ji bo wan malbatên ku 8 zarokên wan hene, ji bilî diyariya 300 hezar lîreyî dê di şaredariyê de derfetên kar jî bên dayîn.
"Pere dê bikevin hesabê dayîkan"
Serokê Şaredariyê Yusuf Yalçuva diyar kir ku pakêta teşwîqê ji bo zaroka sêyem dest pê dike û got:
“Em li ser bingeha ramana ‘malbata mezin, Tirkiyeya bihêz’ dimeşin.
Em dê ji bo zaroka sêyem 50 hezar, ji bo ya çarem 100 hezar û ji bo ya pêncem jî 150 hezar lîre rasterast bixin hesabê dayîkan.
Lê hinek mercên me hene, divê malbat herî kêm 2 salan li navçeya Kumruyê jiyabin.”
Yalçuva tekez kir ku ev pere dê ji bo piştgiriya aborî ya malbatan were bikaranîn.
Ev pere dê tenê li ser hesabê dayîkan were razandin.
Dehsaliya Malbat û Nifûsê
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hefteya borî ji sala 2026an heta 2035an wekî "Dehsaliya Malbat û Nifûsê" ragihandibû.
Li gorî wê biryarê, dê ji bo zêdekirina nifûsê û xurtkirina saziya malbatê polîtîkayên nû werin bicihkirin.
Her sal hefteya dawî ya meha gulanê dê wekî "Hefteya Malbatê ya Neteweyî" bê pîrozkirin.
Nifûsa Tirkiyeyê kêm dibe
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya jidayîkbûnê her ku diçe kêm dibe û nifûs pîrtir dibe.
Li gorî Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê Mahinur Ozdemîr Goktaşê, sala 2001ê rêjeya jidayîkbûnê ji sedî 2,38 bû.
Lê sala 2026an ew rêje heta ji sedî 1,48an daketiye.
Goktaşê kanûna paşîn a îsal di daxuyaniyeke xwe de ragihandibû ku li gorî Neteweyên Yekbûyî dê sala 2100î nifûsa Tirkiyeyê ya ku niha 86 milyon e dakeve 25 milyonon.
Wê di berdewamiya axaftina xwe de got, “Li gorî senaryoya Saziya Amarê ya Tirkiyeyê (TUIK) jî ev hejmar dadikeve 54 milyonan.
Welatê me bi vê rêjeya kêm a jidayîkbûnê nêzîkî rêjeyên welatên Ewropayê bûye û Fransa jî li pey xwe hiştiye."
Vê tabloya kêmbûna rêjeya jidayîkbûnê, hikûmeta Tirkiyeyê neçar kiriye ku bi plan û projeyên malbatê welatiyan ji bo çêkirina zarokan teşwîq bike.